Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ebdulhekîm Beşar istratîciya Emerîka ya ko li Sûrî dimeşîne rexne kir, û dît ku ew karek “şaş” dike, û ev kar alîgirên Daişê pir dike , ku ew hêmbêzgeha cemawerî fakterê bingehîne ji hêza Daişê re.
Beşar aliyên şaş di istiratîciya Emerîkî de dan xuyakirin ew jî ”nedana Emerîka ji Çekan re bo Artêşa Azad da şerê Rêjîma Esed bike û herweha dehfdana Kurdan di rêya hin Rêkxistinan re da şer li dijî Daiş bikin, ew dê bihêle dilnexweşî bi Ereban re çê bibe, bi taybetî kesên belengaz yên ku ji neçarî dibin dilxwazên Daişê wek karvedanekê ji siyaseta Emerîkî re”
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir”Şerê dijî Daişê gerek e ne bi Kurdan tenê û ne jî bi serpereştiya wan bibe, çimkî ew dê bihêle Erebên Sinî bibin dilxwazên Daiş, û dibe ku kîn û berberî di navbera Ereb û Kurdan de jî çê bibin, ew jî dê paşketinê ji Şoreşa Sûriyê re çê bike.” Beşar bêtir sûr bû li ser ku”Çêtirîn awa ji bo şerê Daiş bê kirin û hêza wê ya gelêrî li Sûriyê nemîne, divê piştgiriya Artêşa Azad bi çekan bê kirin da ew serkêşiya vê cegê bike, çimkî piraniya Artêşa Azad ji Erebên Sinî ne ew ên ko serê rimê ne û hêza serekî ne di şerê Daiş de, çimkî ew ên herî xwedî bandorin di şerê daiş û têkbirina wê de “
Jêder: Hevbendî