Serokê şanda desteya bala ya danûstandinan, Nesir Elherîrî, spasiya Erebistana Siûdiyê kir li ser mêvandarî û piştgiriya wê ji kongirê berfireh yê duyem yê hevrikiya Sûriyê re, yê ko li paytexta Siûdiyê Riyad lidar ket.
Di nameyekê de ko ji qeral Selman bin Ebdulezîz re şand, Elherîrî got ku ‘’ em bi rêz li ber qencî û ked û karê we yê ji bo serkeftina kongir radiwestin, û ev çend salên borî jî we bizaveke baş kiriye bo sivikkirina derd û zehmetkêşiyên miletê Sûriyê û bidawîkirina bobelata wan ya mezin ko hê wek wê di serdema nû de çênebûye. ‘’
Elherîrî tekez kir ko peywendiyên biratiyê di navbera herdu miletên Sûrî û Siûdî berê hebûn û nuha jî hene û dê her bimînin, ji ber li ser rastî û bawerî û hevpeymana çarenivîsî hatiye avakirin.
Û şanda danûstandinan ya bala duh roja duşemê giha bajarê Cinêva Siwêsrî ji bo di gera heştan ya danûstandinan de beşdar bibe, û serokê şanda bala ya danûstandinan di dema gihandina xwe de got ko şandyarê navdewletî û Encûmena Ewlehiyê berpirsiyariya neçarkirina rêjîmê li ser çareseriya siyasî hildigirin.
Elherîrî di kongirê rojnamevanî de got ko deste dixwaze operasiyona veguhastina siyasî dabîn bike, ya ku çûna Esed di destpêka qonaxa veguhêz de ye, û bal kişand ser ko hêvî ji Cinêva heştan pir kêm in û rêjîma Esed dê astengkirina danûstandinan berdewam bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî