Nivîsîngeha Serokatiya hikûmeta demkî îro di daxuyaniyekê de, tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê û bikaranîna sercem coreyên çekên qedexekirî li dijî sivîlên bêguneh yên Xûta rojhilat şermezar kir.
Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye ku bikaranîna vîtoya Rûsî bi awayekî berdewam li encûmena ewlehiya navdewletî ji bo rêgirtinê li ber lêkolîna derbarê bikaranîna gazên jehrîn yên qedexekirî, Esed han dide li ser ku dirêjiyê bide karê kuştina xelkê Sûriyê.
Daxuyaniyê gotiye ku wêrankirina mal û xaniyên nişteciyan û derbiderbûna bi sedên xêzanan û bêparkirina sivîlan ji xwarin û dermên, bi tawanên şer tên dîtin ligor yasa mirov ya navdewletî, ku di tekesta wê de di benda heştan ya sîstema Roma ya bingehîn de hatiye.
Daxuyaniya serokatiya hikûmeta demkî berpirsyaretiya tekûz ya parastina sivîlan û xelkê xweragir li mal û xaniyên xwe tevî dorpêçkirinê û siyaseta birçîkirinê û bombebarankirina berdewam xist li ser stûyê civaka navdewletî û aliyên çavdêrên piroseya siyasî.
Daxuyaniyê daxwaz ji NY kir ku bi erkê xwe rabe û fişaran bêxe li ser Rijêmê ji bo vekirina kirîdorên mirovî û gihandina derman û xwarinê, û hevdem hikûmeta demkî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew razî nabe bi çi piroseyek siyasî heger têde veguhestina siyasî û mafên gelê Sûrî yên rewa ligor biryarên navdewletî dabîn nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî