Ji encama armanckirina rêjîma Esed û Rûsiya ji gundewarê parêzgeha Idlibê re di bîst û çar katijmêrên bûrî de bi topxane û avêjtokên giran, jinek û zarokek şehîd kertin û hin zarokên din birîdar bûn.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî, got ku armanckirina hêzên Rêjîmê û Rûsiya ji gundê Maeret Elneasan yê bakurê rojhilatê Idlibê re bi topên hawanê, jinek şehîd ket û keçek û birayê wê birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl di raporeke din de bal kişand ser ku rêjîma Esed taxên niştecihan li gundê Afs yê rojhilatê Idlibê bi çekên giran amanc kirin, û bû sedema kuştina zarokekî bi navê “Yasir” yê ku temenê wî ji du sal û nîvan kêmtir bû.
Û Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku rijêma Esed û rijêma Pûtîn di binpêkirina rêkeftinên agirbestê de deberdewam in, û bi awayekî domdar hewla têkbirina jiyana sivîlan dikin, û ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî ji nav dibin.
Û cext kir ku mîkanîzma kuştinê ya bi serkêşiya rêjîma Esed û Rûsiyam, di kuştina sivîlên li deverên rizgarkirî de bêyî ti rêgiriyeke navdewletî ya rastîn berdewam e, tevî ku siyaseta wan yaku li ser wêrankirin û kuştinê ava bûye diyar e.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku van binpêkirinên dijminkarî yên ku li dijî gelê me li deverên rizgarkirî pêk tên rawestîne, û pêwîst e biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar bi cih bîne, nemaze biryara 2254 bo rizgarkirina Sûriyê ji tirajîdiya ku ji yanzdeh salan de têde ne, û di bin zordarî û tawankariya hêzên Esed û milîsên ku piştgiriya wî dikin de dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî