Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, semînareke siyasî derbarê pêşhatên siyasî û meydanî û mirovahî yên Sûrî li kampa Basirme ya penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê lidar xist, û têde herdu endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Şelal gado û Îmad Berho beşdar bûn.
Û Cîgirê Serok girîngtirîn pêşhatên siyasî û meydanî û mirovahî li Sûriyê û rêyên pirosesa danustandinan û têkçûna piraniya gerên Komîteya Destûrî li Cinêvê berçav kirin.
Û Beşar ronî da ser pêşhatên diyaloga kurdî-kurdî ya likumandî û astengkirina milîsên PYD ya berdewam jê re û hewldana dûrxistina wê ji riya ku jê re hatiye danîn.
Û Beşar tekezî li ser giringiya berdewamiya vegera xelkê Efrînê û yê navçeyên dîtir bo bajar û gundên xwe kir, li gel mijarên dîtir yên taybet bi penaberên Sûrî û dozên wan yên rojane.
Û herdû Endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Şelal gado û Îmad Berho, tekez kirin ku hebûna kurdan di nav rêzên şoreşa Sûriyê de li dijî rêjîma dîktator Beşar Esed bijardeyeke stratîjîk e, û ew bijardeyeke resen e li bal Kurdên ku zordarî red kirine û dijî stemkariyê rawestiyane.
Û li ser tevdana dubare ya ku milîsên PYD ji dewleta Tirkiyê re çêdikin û hewldanên wan ên ji bo çêkirina dijminatiyê di navbera gelê Sûriyê û gelê Tirkiyê de herweha di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê bi xwe de axivîn.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser nepêkaniya çareseriyekê li her beşekî bi serê xwe ji xaka Sûriyê dûrî dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn li tevaya Sûriyê li gorî ragihandina Cinêvê û biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê û di pêşî de Biryarên 2118 û 2254 kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî