Desteya Jinan ya Sûrî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, Ii rex civîna jinên Sûriyê ku di vê hezîranê de hatin lidarxistin, xelata rêzgirtinê da xanim “Renîm El-Hisên” ji ber bidestxistina wê ji pileya yekem re di Fakulteya Çandiniyê li zanîngeha Harranê ya Tirkiyê li bajarê Şanlî Orfayê.
El-Hisên ji bajarê Reqa yê Sûriyê ye, dayika çar zarokan e, wê karîbû pileya yekem di beşa sewalkariyê ya Beşa Endezyariya Çandiniyê li Zanîngeha Harranê bi dest bixe.
Desteya Jinên Sûriyê bi hevkariya Yekîneya Piştevaniya Aramiyê, di rojên 7 û 8ê vê mehê de li bajarê Rihayê yê Tirkiyê, civînên kar li dar xistin, di çarçoveya xebatên Desteya Jinan ya Sûrî de ji bo berfirehkirina beşdariya jinên Sûriyê di karûbarên giştî û xebata siyasî de.
Hevrêzkarên Girûpên kar ya Sendîka û Federasyonan, ya Cezîre û Firatê, Tora Yasayî, Tora Derbider û Penaberan û Tora Rêxistinên Civaka Sivîl ên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê di civînê de beşdar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî