Duhî li roja înê nêzîkî 55 kesan hatin şehîdkirin li tevaya Sûriyê, û di nav wan şehîdan de 9 zarok û 5 jin hebûn, û herwiha zêdetir ji 30 binêkirinên rêkeftina agirbestê yên bi destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê hatin tomarkirin.
Herwiha ku duhî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriya, Komkujiyeka ji aliyê firokên Rûsiya hatibû pêkanîn şermezar kir, ya ku têde 30 sivîl, û endamên xêzanekê bi tevahî di nav wan de, hatine kuştin. piştî armanckirina du xwendingehan ji aliyê firokên şer, ew xwendingehên ku bi dehan xêzanên koçber yên ji bajarê Meyadîn yê li rojhilata bajarê Dêrazorê yê niha di destê DAIŞê de ye di wan de dijîn.
Hevbendiyê tekez kir ku “armanckirina sivîlan dibin çi hincet û behaneyan de be dikeve di nav tawanên şer û binpêkirina yasa navdewletî de”, û got ku “yasakirina vê tawanê bi behaneya şerê li dijî rêxistina “DAIŞ” nayê qebûlkirin, û nabe behane ji encamderên van tawanan û tawanên din yên hevşêwe re û wan ji berpirsiyatiya siyasî û yasayî rizgar nake.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî