Çalakvanên xwecihî li Şama paytext Wezareta tendiristiyê ya desthilata rêjîmê bi belavkirina dermanên xerabe û jehrîkirina zarokan tawanbar kirine, piştî ko nûçeyin hatine ko bi dehan zarokên kêmî 6 salan bi jehrî û alarciyake giran ketine.
Çalakvanan li ser malperên hevgihandina civakî belav kirine ko kesên ji dermanan bi jehrî ketine hene. û hin zarok avêtine nexweşxanan çimkî rewşa wan ya tenduristî têkçûye piştî ko dermanê xerabûyî yên ko ji wezareta tendiristiya rêjîmê hatine pêşkêşkirin xwarine, , ji ber ko rêjîmê vê dema dawî berê xwe daye sûka reş da dermanan peyda bike.
Çalakvanan destnîşan kir ko wezareta rêjîmê mecbûr bû biryarekê derxe ko wan dermanên kuxikê yên ko heybera -Dîkstiromîtorvan- ya ji bo zarokên kêmî şeş salan bikar tê birawestîne .
Biryara wezareta tendiristiya rêjîmê hemû nexweşxanên bi ser ve û her weha navendên bijîşkî û birêveberiyên tendiristiyê ji wan jî yên bi ser hêzên rêjîmê ve ji bo çi dermanê ko ew heyber têde be rawestînin.
Çalakvanê meydanî –Wasil Ebdilhadî- li Şamê got ko gelek dermanên nenas li dermanxanan peyda dibin, bêtir got; piranî di rêkên qaçax re tên wek –pakêtên dermanan yên ji Îraq û Libnanê tên û li sûka reş bêyî çavdêriya bijîşkî belav dibin.
Tê zanîn ko wezareta tendiristiyê ya desthilata rêjîmê navê şeş dermanan li dermanxanan belav kiriye ko nema bifiroşin, ji ber ko heyberin nebaş tê de ne û hevwelatî ji kirîna wan hişyar kirine.
Meha nîsana sala par jî şermiyek bijîşkî ya mezin çêbû, piştî ko desthilata rêjîmê ya berê û ya nuha dosya gendeliya bijîşkî ya ko bi nirxê 800 milyon lîreyên Sûrî bû girt.
Wê demê hinek berpirsiyarên rêjîmê û kesayetiyên destdirêj li gora rojnameyên nêzîkî rêjîmê bi xwe tekez kirine, wê hingê gendeliya bijîşkî bû sedema têkbirina bêtir ji 200hezar vaksînên zarokan di depoyên wezareta tendiristiyê ya bi ser rêjîmê ve de, her weha hinek dermanên din jî xerabûn ji ber nebaşiya hilanîna wan û dabînnekirina sermê di enbaran de.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî-Elquds Elerebî