Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Hîşam Merwa Hişyarî da li ser hewlên Rijêmê yên nepabendiya bi cêbicêkirina piroseya veguhestina siyasî piştî erêkirina wê ya bi neçarî di civînên dawiyê yên danustandinên Cinêvê de.
Hîşam Merwa diyar kir ku Rijêm hêjî ne jidil e di piroseya siyasî de, û hewl dide xwe bide paş ji erkên cêbicêkirina wê yên ligor tekestên biryarên navdewletî û bi taybetî herdu biryarên 2118 û 2254.
Ku ji berî niha serokê şanda Rijêmê Beşar Elce’ferî gotibû ku “di dema rêşûnên rastyeqîne ji bo jinavbirina terorê tune bin, wê demê hîç mifa di gengeşekirina mijarên din de nîne “.
Û Merwa bal kşand ku hêjî Rijêm û milîsên Îranê berdewam in li ser zêdegaviyên xwe yên leşkerî li dijî sivîlan, û diyar kir ku ev yek niyazên Rijêmê yên rasteqîn li hember pêkanîna piroseyê dide xuyakirin, yên tên bi armanca “bicihkirina pilana koçberiya neçarî û guhertina demografîk”.
Û îro Encûmena asayîşa navdewletî li roja şembiyê piştgiriya xwe ya temamî ji şanderê taybet Stîvan Dî Mestora re piştrast kir, û daxwaza amadebûna hemû aliyan li ser maseya danustandinên Cinêv li 23’ê heyva adarê kir.
Merwa peydabûna encamên erênî di gerên bê de bi dûr dît ligel tinebûna fişarên navdewletî li ser Rijêmê û nezelaliya rol û pilana Amerîka ya di derbarê vê yekê de”.
Û Merwa hêvî kir ku ” çareserî û gavên piratîk di pilana serokê Amerîka Doland Tiramp de hebin dema ku ew pilan diyar bibe “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî