Bi berdewamiya êrîş û kiryarên hovane li dijî ofîsên Encumena Niştîmaniya Kurdî û partiyên wê, hejmarek ji alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê demjimêr 2ê sibeha roja şemiyê 11 avdarê, êrîşî ofîsa xwecihiya encumenê li bajarê Amûdê kir, û piştî şikandina pencere û deriyan agir bi ofîsê xistin, û piştre xelk hatin ofîsê û karîn agir vemrînin, lê piştî demjimêrekê careke din hatin û ofîs bi temamî şewitandin.
Ji aliyê xwe ve Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê di daxuyaniyekê de ev kiryarên neberpirsane yên ku PYDê pêk tîne şermezar kirin, û da zanîn ku ev kiryar aştiya sivîl û ya civakê di kolana Kurdî de têk dide, Emîndariya Giştî ya ENKSê PYDê wek berpirsyar di ber van kiryarên girtina siyasetmedaran û şewtandina ofîsan dide nasîn, û daxwaz ji deste û dezgehên navdewletî yên ku piştevaniya azadî û demokrasiyê dikin kir, da van kiryarên li dijî mirovahiyê rawestînin, ku armanca van kiryaran di pileya yekem de pûçkirina tevgera siyasî û hewla sepandina bingehên hizra yekpartî li deverê ye.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê