Milîtanên “PYD”ê êrîşî çend nivîsîngehên ENKSê û yên Rêxistina Aşûrî ya demokratîk kirin û dergehê wan bi zeverî kilîtkirin. Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê ev kiryar wek binpêkirinekê li ser sadetirîn piransîp û pîverên maf û azadiya giştî yên gerantîkirî di rêkeftinameyên navdewletî de dît.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyanyekê de duhî roja pêncşemê tekez kir ku ew milîtan “bi yasayî nînin û nûnertiya gelê Sûriyê nakin û rêzê li îradeya wî nagirin” û bal kişand ku ew êrîş tên bi armanca “xistina fişaran ji bo bidestxistina hindek ji rewatiyê bi terorê û zibr û zevera çekan”.
Hevbendiyê diyar kir ku ew fermanên PYDê rêxistin û partiyên alîgirên desthilata Bişar bi xwe ve nagirin; û bal kişand ku ev bi “carekî rol û erkdariya PYDê bi tepeserkirinê eşkera dike”, û cext kir ku ew ji aliyê Rijêma kuştin û zardariyê hatiye erkdarkirin, ji bo bêdengkirina gelê Sûriyê û şoreşa wî”.
Li aliyek din, Rêxistina Aşûrî di daxuyaniyek fermî de got ku daxistina baregeha Rêxistina Aşûrî li Hesekê, ya ku hevdem baregehek bo aştiya navxweyî û karê sivîl û rewşenbîrî û xêrxwazî bû, bi xwe ew “bêdengkirina dengê xebata siyasî ya aştiyane û karê sivîl e”.
Rêxistinê cext kir ku ev yek “reftarek dijberiya her bizavên dibin yên ji bo bihêzkirina seqamgeriyê û parastina aştiya navxweyî û pêkvejiyanê ye dike, herwiha ku ev yek berê gelê Siryanî-Aşûrî û Xirstiyanan bi giştî dide ber bi nîgeranî û tirseka zêdetir ji paşerojê, û herwiha zêdekirina dorpêçkirinê li ser wan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî