Rewşa mirovî li bakurê Sûriyê piştî hatina koçberên Xûta rojhilat û bajar û bajarokên gundewarê Şamê bi sedema qerebalaxa zêde û nebûna cihên baş yên niştecêbûnê û kêmiya kelupelên xwarinê xirabtir dibe, tevlî nebûna derman û xalên pizîşkî yên pêwîst bo çareserkirina bi hezaran birîndarên bombebarankirina hovane ya hêzên rijêma Esed û Rûsiya li ser wan.
Ligor raportên taybet yên hikûmeta demkî ku hejmara nişteciyan li Idlibê bi tenê gihiştiye nêzîkî sê milyon kesî, piştî kiryarên koçberkirina neçarî yên rijêma Esed di derheqê xelkê navçeyên cuda cuda yên Sûriyê de, û Hevbendiya Niştimanî dibîne ku ev kiryar dikevin di çarçovê guhertina demografî û tawanên şer de.
Û ligor nûtirîn raport ya rêkxerên hawarhatinê li bakurê Sûriyê hatiye ku koçberên Xûta li ser 201 navendan li navçeyên Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê hatine dabeş kirin, û raportê bal kişandiye ku ji ber kêmiya xanî û avahiyan, zehemtiyên mezin dikevin di pêşiya pêşwazîlêkirina sercem koçberan de.
Di raportê de hatiye ku navendên koçberan ji bo hejmareke destnîşankirî hatine amadekirin, tevlî ku ew navend nehatine amadekirin ji bo pêşwaziya vê hejmara mezin.
Û raportê amaje bi hebûna nêzîkî 20 hezar doxên nexweşî û birîndarên şer kiriye û xuya kiriye ku ew nexweşî bi sedema bombebaranê û xwarina pîsbûyî ya bi sedema dorpêçkirinê peyda bûne, û bal kişandiye ku hejmar koçberên Dûma bi xwe ve nagire ku niha kar dibe ji bo serjimêrîkirina doxên nesaxiyê yên li nav koçberan.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêşkêşkirina alîkariyan bo koçberên neçarî ji NY kiriye û daxwaza danîna pirogramekê navdewletî yê hawarhatina tengaviyan ji bo sivkirina bargiraniya wan kiriye.
Hevdem ku rijêma Esed siyaseta koçberkirina neçarî û guhertina demografî û bijardeya mirinê ya koçbarkirinê li dijî xelkê Xûta rojhilat wek li heman navçeyên Sûriyê pêrew kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kiribû li ser giringiya aktîvkirina mîkanîzma navdewletî ji aliyê NY, ji bo dadgehkirina tawanbarên şer, û gotibû ku nebûna mîkanîzmeke rasteqîn ji aliyê NY ya ji bo dadgehkirina binpêkerên biryarên navdewletî, bûye encamê zêdebûna xirabiya rewşa mirovî li Sûriyê, û peydabûna nîgareniyek mezin li ser astê navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî