Careke din bajarê Idlibê rastî dijminkariyeke leşkerî ya nû ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya hat, û têde hejmarek ji sivîlan şehîd ketin û birîndar bûn, herwiha çend bajar û bajarokên gundewarê bakurê Himusê rastî heman bombebaranên dijwar hatin, hevdem ligel oparesyonên koçberkirina neçarî ji xelkê gundewarê Şamê re.
Û çalakvanan diyar kirin ku mêr û jinek hatin kuştin û sê sivîlên din birîndar bûn ji encama êrîşeke firokên şer û topxaneya hêzên Esed li ser bajarokê “Elbirêsê” li nêzîk bajarokê “Sincar” û bajarokê “Elhibêt” li gundewarê başûr ê Idlibê.
Hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî bal kişandin ku bajarokên gundewarê başûr ê Idlibê bi dehên bermîlên teqîner û topên hawinan hatin bombebarankirin, hevdem ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî dabû ji çêbûna bobilateke mirovî li Idlibê eger bombebaran li ser Idlibê berdewam bimîne, û tekez kiribû ku divê civaka navdewletî bi erkê parastina nêzîkî sê milyon sivîlên li navçeyê ne rabe.
Hevbendiya Niştimanî cext kiribû ku Mosko pabend nebûye bi soz û peymanên xwe, heta bi wan sozên xwe yên li Astana jî, û di daxuyaniyekê de got: ” nabe ev yek berdewam bimîne”, û dît ku ev yek pêvajoya siyasî lawaz dike û dibe gef û metirsiyek li ser tevaya çareseriya siyasî.
Hêjayê gotinê ye ku seroka sîstema karê lêpirsîna bêalî û serbixwe ya NY, Catherine Marchi-Uhel, 700 hezar belgeyên tawanên şer yên li Sûriyê her ji destpêkirina şoreşa Sûriyê eşkere kiribûn, û di civîneke nefermî ya komeleya giştî ya NY de amadebûna sîstema karê lêpirsînê nîşan dabû li hemberê karê bilez ji bo bidestxistina belgeyên zêdetir derbarê van tawanan.
Herwiha ku Sikirtêrê giştî yê NY, Antonio Guterres, daxwaza raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî û dadgehkirina tawanbarên şer yên li Sûriyê kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî