Şandek ji Kombenda Kurdên Serbixwe di nav zincîrek ji çalakiyên ku Kombend li deverên rizgarkirî pê radibe de, serdana herdû bajarên Serê Kaniyê û Til Ebyed kir.
Û şandê Kombendê ji Serokê wê birêz Ebdulezîz Eltemo û Cîgirê Serok Parêzer Redîf Mustefa û Endamên Encûmena Rêvebir Mihemed Elneqişbendî û Mehmûd Ferhan, pêk dihat.
Û wan serdana hejmarek ji saziyên sivîl û dadwerî û leşkerî kir, û hevdîtin li gel rayedarên leşkerî û dadwer û parêzer û rêvebirên dezgehan li dar xistin, û li rewşa kar di wan saziyan de temaşe kir.
Û şandê di hevdîtinên xwe de tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina çespandina ewlehî û aramiyê û parastna welatiyên sivîl ji êrîşên teroristan kir, her weha bihêlin ku xelk bi awayekî aştiyane vegerin ser mal û milkên xwe.
Û kombend xebatê bi hevkariya li gel çalakiyên sivîl û saziyan ji bo vegera jiyana xwezayî li herdû bajarên Serê Kaniyê û Til Ebyed dike.
Û Şandê serdana dergehê Til Ebyed yê sînorî kir, û di serdanê de hevdîtinek li gel rêvebirê dergeh Fayiz Elkatii pêkanî, û rêvebirê dergeh birêveçûna kar ji aliyê rêvebiriya dergeh li gel Îyaleta Orfa ve şanî şandê da, û Şandê Kombendê hevdîtin bi hin rûsipiyên deverê û şêxên eşîran û encûmena êlan li bajêr li dar xistin.
Û Şandê Kombenda Kurdên Serbixwe di dema serdanê de cextî li ser rola sereke ya êl û eşîran di aştî û aramiya civakî de kir, û tekez kir ku dabînkirina ewlehî û aştiya civakî berpisyariya tevan e, û divê hemû alî li ser dabînkirina aramiyê û vegera derbider û koçberan bo mal û deverên xwe bixebitin, nemaze di rewşên guncaw de di warê ewlehî û aborî de wek rewşa bajarê Til Ebyedê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî