Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan a Kombûna Azadîxwazên Horanê, kuştina 24 kesan li parêzgeha Deraa di sibata bûrî de tomar kiriye, yekî ji wan di Girtîgeha Leşkerî ya Sêdnaya de ku di sala 2021 de hatibû girtin, di Bin îşkenceyê de miriye.
Û Ofîsa Belgekirinê, 27 operasiyon û hewildanên kuştinê serjimar kirine, ji encama wan hewildanan 15 kes hatine kuştin û 9 kes birîndar bûne, û 10 kes ji wan rizgar bûne, her wiha 17 kes ji aliyê hêzên Rijêmê û Firqeya heştan ve li parêzgeha Dera hatine girtin, 6 ji wan di heman heyvê de hatine berdan.
Û Ofîsê bal kişand ser cudabûna aliyên ku operasyonên girtinê pêk tînin, û got ku 10 ji wan ji aliyê asayîşên Leşkerî, 4 ji aliyê Îstixbarata Hêza Asîmanî, 2 ji aliyê Ewlekariya Tawanan, û yek ji aliyê Lîwayê Heştan ve hatine girtin.
Û di heyva sibatê de, ofîsê revandina 11 kesan li parêzgeha Deraayê belge kiriye, zarokek jî di nav wan de hebû, û 2 kes ji wan serbest hatin berdan, û 9 kesên ku zarokek jî di nav wan de heye hîn jî revandî ne.
Û Ofîsa Belgekirina Binpêkirinan di Kombûna Azadîxwazên Horanê de, amaje bi wê yekê kir ku hejmara girtiyan li parêzgehê ji hejmara ku ji aliyê Ofîsê ve hatiye belgekirin, zêdetir e, ji ber ku gelek malbatên girtiyan ji ber pirsgirêkên ewlehiyê ditirsin ku zanyariyan derbarê zarokên xwe bidin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî