Dubare Hevbendiya Niştimanî tawanên rêjîma Esed yên di rojên Cejna Qurbanê de şermezar kirin, ku dawîtirîn komelkujî di Sêyemîn roja Cejna qurbana pîroz de bû, hejmara şehîdan giheşt 177 kesî , di nav wan de 39 zarok û 12 afret hebûn.
Firokên rêjîma Esed bi awayekî hovane Bajarê Lîstikan li taxa Elwe’ir li Himusê ya bêhtir ji du salan ve dorpêçkirî di sêyemîn roja cejinê de armanc kir, di êrîşeke hovane de Bajarê Lîstikên zarokan hat bombebarankirin ku bû sedema şehîdbûna 27 sivîlan û birîndarbûna bidehan sivîlên din, ku piraniya wan jin û zarok bûn, hevdem ligel êrîşên firokeyan li ser bajarokê Teftenaz li gundewarê Idlibê, ku 19 sivîl hatin kuştin û bidehan kes birîndar bûn, herwiha bajarê Tedmurê bi bermîlên teqîner û bi mûşekan hat bombebarankirin û qurbaniyên wê sivîl bûn.
Hevbendiyê di daxuyaniyek taybet ya Nivîşîngeha Ragihandinê de, tekezî li ser giringiya standina rêşûneke bilez û kartêker ji aliyê Encûmena Ewlekariyê hat kirin, jibo rawestandina kuştarên rêjîmê û raguhestina encamderên komelkujiyan bo dadgehan, û derxistina biryareke ferzkirinê, bo rawestandina kuştin û bombebarana bitewşî û armanckirina sivîlan.
Herwiha Hevbendiyê tekez kir ku Xwînmijê Sûriyê tawanên xwe pirtir dike, hevdem ligel hewlên hindek aliyan bo vejandina wî bi rêka hevalbendên wî yên Rûs û Îranî , ku ew bi xwe kiryarek bêhûde ye ligel rêjîmek têkşikestî û rewaya xwe jidest dayî, ku wê bitenê encamên felaketgerî li şûn xwe bihêle li ser gelê Sûriyê û li ser pêvejoya çareseriya siyasî û li ser deverê bi giştî.
Hevbendiya Niştimanî dubare bangewaziya xwe bo çareseriyek siyasî ya dadperwer, û pabendiya xwe bi daxuyaniya Jinêv û bi biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 nû dike, û berî her tiştekî daxwazê ji bira û dostên gelê Sûriyê dike ku pabend bin bi sozên xwe yên piştgiriya gelê Sûriyê jibo bidestxistina rûmet û azadiya xwe.
Daxuyaniyê diyar kir ku Komelkujiya Bajarê Lîstikan li taxa Elwe’ir li bajarê Himusê, tête dîtin wek daxuyaniyeke fotokopîkirî ji zincîreke dirêj ya komelkujiyan ku rûyê rasteqîne yê rêjîma Esed diyar dike, herwiha dide eşkerekirin ku kuştina rêbazkirî take bersiva vê rêjîmê ye heta li hember wan helwestên nerim jî yên ji vir û ji wir derdikevin, yên ku tawanên rêjîmê yên dijemirov û qirkirinê piştguh têxin!.
Jêder:Hevbendî