Navenda Cegerxwîn Ya Çand Û Hişyarkirinê li bajarokê Tiltemir, pêdiviyên dibistanan li zarokên xizan ji hemû pêkhateyan di du hilmetan de belav kirin.
Li ser vê hilmetê Isma’îl Xero endamê rêveberiya Navendê ji malpera me re diyar kir ku ev hilmet bi boneya destpêka sala xwendinê ya nû ye, û weha jî got:” rewşa abûrî li devera me pir zehmet bûye, û ew yek cihê metirsiyê ye ku bibe pirsgirêk li pêş xwendina zarokan ji ber vê yekê me ev alîkarî kir”.
Ji hêla xwe ve Meryem Mihemed diya zarokekî ku ew alîkarî wergirtine, ev gav bilind nirxand û spasiya navendê kir û serkeftin ji wan re xwest û got “vê alîkariyê bargiraniyek ji ser milê me danî”.
Hêjaye gotinê ku navenda Cegerxwîn bi gelek helmetên tenduristî , alîkariya derûnî bi zarokan re li bajarokê Tiltemir û gundewerên wê rabûye.
Jêder: Hevbendî