Komîta Heca Sûrî ya Bilind, bi amedbûna Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdilbasit Ebdilletîf, civînek li gel berpirsin wezareta derve ya turkiyê lidar xist, û mîkanîzma veguhestina hecacên Sûrîyê ji deverên azad di riya deriyên bejayî yê Turkiyê re bo sardana cihên pîroz li Erebistana Siûdî gengeşe kirin.
Û di civînê de endamê komîteyê, Selîm Elxetîb, û cîgirên rêvebirê hecê Ebdilxalq Derwîş û Mihemed El-Eirec, herweha serokê ofîsa komîta bajarê Entabê, Ebid El-Ilah Ebdo, amade bûn.
Û emîndarê giştî sipasîya xwe ji Tirkiyê re li ser helwestên wê yên bihêz derbarê bergiriya wê bo gelê Sûriyê û doza wî pêşkêş kir, herweha pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo hemû Sûriyan tevî hecaciyên sûrî, û hêvî kir ku ev hêsankirin ta sala heyştemîn bidome.
Tê zanîn ku Komîteya Hecê deriyê tomarkirinê ji bo hecaciyên Sûrî ji sala 1441koçî 2020zayînî di destpêka heyva yekemîn a sala niha de vekir, û deriyê tomarkirinê duh pênşembê 13 sibatê girt.
Hêjayî gotinê ye ku komîte bi ser Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ve ye, û ev sala heştemîn e ku xizmetkariyên xwe ji hemî Sûriyên ku dixwazin ferza hecê pêk bînin, pêşkêş dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî