Nûnerên 5 dewletên ewropî yên endam di Encûmana Ewlekariyê de, di riya kongirekî rojnemevanî re ku li baregeha Netewên Yekbûyî, li New Yourkê, duh înê, daxwaza rawestandina dijminkariya ku rêjîma Esed û Rûsiya dijî Idlib û gundewarê bakurê rojavayê Helebê kirin.
Û nûnerê Estoniya yê herdemî di Netewên Yekbûyî de, balyoz Sîvin Cîr Cinsin, got ku dewletên Yekîtiya Ewropa pir xemgîn û dil teng in, ji ber gurkirina leşkerî ya berdewam li bakurê rovava yê Sûriyê, ya ku bûye sedema derbiderbûna bêtir ji 800 hezar kesî ji destpêka heyva kanûna pêşîn ya bûrî de.
Û Cîr Cinsin got ku pêlên derbiderbûna sivîlan ji ber bombebarana tund ya rêjîma Esed û Rûsiya “, yek ji tiştê herî xerab e li ser asta cîhanê di çend salên bûrî de , û derfet hebû ku ew tişt nebe “.
Û balyozên Belcîka û Firansa û Bolenda û Estoniya û Almanya, tekez kirin ku ew êrîşên bi mebest dijî sivîlan û binesaziyên wek avahîyên bijîşkî û dibistanan, kiryarin pir kirêt in, û binpêkirinên eşkere ne ji yasaya navdewletî û pirensîpên mirovahî yên sereke re.
Û balyozên pênc dewlatan gazî kirin da “Bihêlin alîkariylên mirovahî bê astengî bighînin kesên hewcedarî wan alîkariyan, wek pabendî bi yasayên mirovahî yên navdewletî, tevî parastina sivîlan”.
Û balyozên Encûmena Ewlekariyê, tekez kirin ku ” kirîza Sûriyê bi şêweyê leşkrî çareser nabe, û aştî û ewlehî pêknayê ji bilî di riya sîyasî re, ya ku bi siponseriya netewên yekbûyî, û cîbicîkirina biryara Encûmana Ewlekarî 2254 û daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012″.
Herweha parêzgeha Idlibê ji 25 heyva çirîya paşîn ya sala borî de, rastî helmeteke leşkerî ya hovane tê, ji aliyê Rûsiya û rêjîma Esed û milîsên Iranî ve, û ji 20ê heyva kanûna pêşîn ya sala borî de, helmeta leşkerî gurtur bû, ya ku bû sedema kuştin û birîndarkirina bi sedan sivîl, û derbiderbûna bisedhezaran welatî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî