Serokê Desteya Hecê yê şûnkar Samir Bêreqdar tekez kir ko kesên navê xwe ji bo çûna Hecê nivîsandine hejmara wan gihaye 14700 Hevwelatî. Û ew nav li Nivîsgehên ko ji aliyê Desteyê ve bawerbûyî ne, li Tirkiyê, Misir, Urdun, Libnan, û Meka Mukerem hatine nivîsandin.
Bêreqdar di hevdîtina taybet de ya digel Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê got: Em Spartekarên tenê ne yên ko belgeyên Hecê ji bo ew kesên dixwazin biçin Hecê birêve dibin, û tu aliyên din heta bi Rêjîmê jî ew maf bi wan re tune ye.
Di hevdîtina bi Nivîsgehê re Bêreqdar da xuyakirin nexşeya belavbûna kesên navên xwe ji bo Hecê pêşkêş kirine: Nivîsgehên Hecê yên li Tirkiyê ne (Istanbul, Reyhaniyê û Xazî Entab) pêşwaziya 5850 kesan kir, li Misrê dora 1400 hevwelatiyan û li Libnanê dora 1800 û li Urdunê 2350 kesan pêşkêş kirine.
Bêreqdar dewam kir: Diyardeyeke nû li Siûdiyê ev cara yekem e ko dibe, ew Sûriyên ko li ser xaka wê bi mercê ko hejmar nebêtir ji 2000 kes bin bi Vîza Serdanê çê dibe ko Heca xwe bikin.
Serokê Desteya Hecê yê bi şûnkarî got: Tevaya Xerckirina ji bo Hecê ji bil buhayê bilêtên Firokan 1265 hezar dolar e, Desteya Hecê nameyên SMS ji hemû pêşkêşkeran re şandiye û tê de daye xuyakirin ko roja 21 vê mehê roja dawî ye ko belgeyan tekûz bikin û pereyên xwe bidin.
Jêder: Hevbendî