Komîta hecê ya bala, ragehand ko yekem karwanê hecaciyên Sûrî ji firokxaneya Hatay ya Tirkî gihişt Cedê li Erebistana Siûdî.
Komîtê diyar kir ko hejmara hecaciyan 163 e, û di rêya rêbûhêrka Bab Elhewa re derbasî Tirkiyê bûne, û îro sibeha înê gihiştine firokxaneya bajarê Cedê.
Û ev şeş sal in Komîta bi ser Hevbendiya Niştimanî ve çavdêriya karûbarê hecaciyan dike, û xizmetan ji wan re pêşkêş dike, ji bidestxistina vîza ta gihandina wan bo devera pîroz, her weha kadirên komîtê karûbarên wan ên birêveberî, bijîşkî û xizmetkarî dişopînin, heta ferza hecê bidawî bikin û vegerin.
Tê texmînkirin ko hejmara hecaciyên îsal bigehêje 18hezaran, û komîtê tekez kir ko ew xizmetan ji hemû Sûriyan re pêşkêş dikin, bêyî ku cihê jê hatine an jî ramanên wan ên siyasî berçav bigirin.
Her weha komîta hecê hevkariya di navbera komîta bala ya hecê û wezareta hec û umrê ya Erebistana Siûdî bilind nirxand.
Hevbendiya niştimanî bi navê miletê Sûrî spasiya Xizmetkarê Herdu Pîrozgehan û deshilata Erebistana Siûdî kir, li ser guhdan û xizmeta wan ji hecaciyan re û birêvebirin û peydakirina hemû pêdiviyên wan bo bi hêsanî heca xwe bikin.
Komîta hecê heşt nivîsgehan bi rêve dibe li her yek ji Misir, Urdin, Libnan, Tirkiyê û Dewletên kendavê, û nivîsgehek wê li Sûriyê heye bargehê wê li Idlibê ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî