Duhî li roja pêncşemê, hêz û dezgehên ewlekariya rijêma Esed, dest bi kampanyayeke girtina bi dehan ciwanên gundên herêma Lacat ya bakurê Der’a kir, hevdem ligel eşkerebûna bi sedên şehîdan di kampanya leşkerî ya dawî de ya ji aliyê rejîmê li ser başûrê Sûriyê.
Li gor çalakvanên xwecihî, girûpên gerok ên hêzên Ewlekariya Asîmanî û hêzên “Elnimir” yên Suhêl El-Hesen, girtin ser çend gundan, ji nav wan Siwer, Aasm, Biwêr, Ruwaisat, û zêdetir ji 25 ciwanan, bêyî zanîna sedemê girtin.
Çavkaniyên xwecihî bal kişandin ser ku dema hêzên serdegirtinê hilmet pêk tanîn, zêr û mobayil û tiştên binirx ji malan dizîn.
Ev hilmeta serdegirtinê ya bêserûber, yekser hat piştî kontrolkirina tevahiya parêzgeha De’rayê ji aliyê hêzên rijêmê ve, bi rêya oparesyoneke leşkerî ya xwîndar re, bi bikaranîna siyaseta erda şewitî û wêrankirina jêrxaneyê, ji bo neçarkirina xelkê bi darê zorê li ser îmzakirina lihevkirinên kotekî, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek bi tawanên şer û tawanên dijemirovatiyê dît, ji ber ku ew di bin zora çekan, bombebaran û kuştinê de dibin, û bang li civaka navnetewî kir da bi erkên xwe bi temamî rabin, piştî bêdengiya li hember binpêkirinan û bicihnekirina biryarên navnetewî.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da li ser çarenûsa ne diyar a sivîlan, û niyazên eşkere yên rêjîmê li ser pêkanîna kiryarên tolhildanê li dijî wan, û cext li ser pêwîstiya parastina wan ji aliyê civaka navnetewî ve kirin, û çarenivîsa wan di destê Rûsya bi tenê de nehêlin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê