Komîta Hecê ya Sûrî ya Bilind, ragihand ku wê îro roja sêşembê li tevaya şaxên xwe yên li Sûriyê û dewletên cîran, dest bi pêşwazîkirina daxwaznameyên werzê heca sala 1441/2020 kir, û tekez kir ku ew giringiyeke mezin didin serkeftina karê komîteyê ji bo pêşkêşkirina xizmetê ji sûriyan re li her deverê.
Û komîteyê di beyannameya xwe de hişyarî ji pêşkêşkirina belgeyên sexte da, û tekez kir ku komîteyê hejmarek ji sizayan amade kirine, ji bo kesên sextekariyê bikin, û yek ji wan bêparkirina wan ji çûna hecê ye.
Û Komîteyê bal kişand ser ku wê gelek kes û ofîsên nepesendkirî ji hêla komîtê ve dîtine, û tekezî li ser giringiya nedana belgeyên rêwîtiyê an dana ti pereyan kir , eger ne di riya ofîsên pesendkirî ji aliyê komîta Hecê ve bin.
Û Komîteyê tekezî kir ku ew dê xizmetên xwe ji tevaya sûriyên dixwazin ferza xwe ya hecê bikin re pêşkêş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî