Endama Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî Kîfah Murad, rapora karê dema bûrî yê Komîteyê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiyê di civatên niha lidarketî yên xola normal a 58an pêşkêş kir.
Û Kîfah Murad civatên ku Komîteyê li gel Saziyên Civaka Sivîl yên Sûrî li dar xistine û çalakî û karên dîtir yên ku komîte pê rabûye bo bighêje baştirîn sûdeyan ji karê wan saziyan berçav kir.
Û tekez kir ku ev kar di hundir pilana giştî ya Hevbendiya Niştimanî û pilana Komîteyên Civaka Sivîl de tê, ji bo ku çareyin yasayî bibînin daku rêya kar li pêşiya saziyên Sûrî xweş bike, û karê wan li deverên rizgarkirî rêxistinkirî be, daku derdeseriyên ku Sûrî li wê deverê û li dewletên penaberiyê dikêşin sivik bibin.
Û Murad hejmarek ji temîniyan ji Desteya Giştî re pêşkêş kirin, û di serî de karê li ser dîtina mîkanîzman bo hêsankirina bidestxistina rêdanên kar bo saziyên ku dixwazin li bakurê Sûriyê bixebitin, û lidarxistina workşopên bi sponseriya Hevbendiyê berdewam bin, yên ku têde saziyên civaka sivîl û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumenên Xwecihî bo şêwirdarî û hevkarî û hevrêziyê têne vexwendin.
Û tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina jîngeheke guncaw bo karê saziyên ku giringiyê didin workşopên rahênan an hişyariyê li deverên rizgarkirî kir, û di dabînkirina piştgiriya hin tîmên xwebexş an saziyên biçûk yên nû dest pê dikin alîkar bin, di riya pêwendiyên li gel aliyên xêrxwaz re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî