Komîta yasayî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de, nameyek ji Komkara Erebî re şand, têde daxwaza gotûbêjkirina komelkujiyên rêjîma Esed û hevalbendên wê kir, her weha daxwaza standina biryarên ku sivîlan biparêzin, û şermezariya dagîrkeriya duqolî ya Rûsya û Îranê dijî xak û gelê Sûriyê û çêkirina herêmek dijfirînê li Sûriyê ji bo rawestandina komelkujiyên derheqê bêgunehan kir.
Her weha komîta yasayî tekezî li ser giringiya cîbecîkirina biryarên taybet bo Sûriyê û alîkirina gelê Sûriyê ji bo durustkirina veguhestina siyasî bi şêweyek tekûz, da ku rûmeta Sûriyan biparêze û rijandina xwînê rawestîne.
Û komîta yasayî di wê nameyê de got ku” Şoreşa Sûriyê nema êdî şoreşa miletekî dijî rêjîmeke tawankar rabûye, û cîhan li himber wê bêdeng maye, lê bûye bizaveke rizgarkirina miletekî ji dagîrkeriya Îranî ji aliyekî ve û ji ya Rûsî ji aliyekî din ve, û ev dagîrkerî li Sûriyê tenê namîne, û tiştê ku dibe ew e ku gelê Sûriyê di ber gelê deverê bi tevayî de şer dike”.
Û wê nameyê bal kişand ser ku dijminkariya Rûsî û piştî bûrîna salekê li ser dijminkariya wî ji gelê Sûriyê re, 3264 sivêl kuştine, û 911 zarok û 619 jin di nav wan de hene, û bêhtir ji 169 komelkujiyan kiriye bi armanckirina ne kêmî 417 navendên jiyana mirovan, ku bi dehên nexweşxana û navendên pizîjkî û karwanên alîkariyan jî di nav wan de hene, ku 32 kes ji kadroyên pizîjkî 7 jin û 11 kesên Berevaniya Sivîl di nav wan de hebûn, her weha 12 kes ji kadroyên ragihandinê kuştine û bûye sedema derbiderbûna nêzî nîv melyon kesî.
Her weha Rûsya çekên qedexekirî di bumbebaranê de bikar anîne, û 147 êrîşên Rûsî yên bi cebilxaneya goşeyî û 48 êrîşên bi çekên şewatkar hatine tomarkirin, û komîta yasayî tekez kir ku ev êrîş tevde tawanên cengê û yên dijî mirovahiyê ne.
Û desteya yasayî daxwaz ji Komkara Erebî kir, di riya Emîndarê wê yê giştî re, ku Rêjîmê neçarî rawestandina komelkujiyan bike, bi daxwazkirina ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî ku berpirsyariyên xwe hilgire, û daxwaza daniştineke awarte ji Encûmena Asayîşê re bike ji bo kuftûgokirina rewşa Helebê bi taybetî û ya Sûriya bi giştî, û destêwerdana bi lez ji bo parastina sivîlan li Sûriyê, û cîbecîkirina biryarên xwe yên berê yên taybet bi Sûriyê û bi taybetî biryara 2139 û biryara 2042 û ya 2254 û ya 2268, yên ku bi tevayayî daxwaza rawestandina bizavên Rêjîmê yên leşkerî û rawestana bikaranîna çekên giran dike, her weha rawestandina bikaranîna bêserûber ji çekan re li deverên nişteciyan û rawestana bumbebarankirina asîmanî bi bumbeyên bermîlî û vekirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî û rêdana ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî.
Û Hêzên Rêjîmê û milîşiyên biyanî bêhtir ji 633 hezar sivîlî li taxên rojhilatî Helebê dorpêç dikine, û gefa qirkirina tevahî li wan dikin , û heyva eylûna bûrî 356 şehîd li Helebê bi tenê ketine û bi dehên jin û zarokan di nav wan de hene.
Jêder: Hevbendî