Komîteya rêvebirina yekemîn kongirê veberhênanê li bakurê Sûriyê, şeşemîn workşopa amadekariyê li Nûnergeha Hikûmetê li bajarê Gazîentabê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa li dar xist.
Kongir ji bo veberhêner û pîşesazên bajarê Gazîentabê bû, tê de behsa hewildanên Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo biserxistina konferansa ku dê di 17 û 18ê kanûna paşîn a sala 2024an de were lidarxistin kir, û li ser pêngavên temamkirina amadekariyên dawîn axivî.
Û workşopê behsa kêşeyên herî girîng ên dibin asteng li pêşiya hatina veberhêneran li bakurê Sûriyê her wiha girîngtirîn raman û nêrînên dibin alîkar ji bo serkeftina kongir kir.
Û armanca kongirê yekemîn ê veberhênanê li bakurê Sûriyê ew e ku deverên rizgarkirî di warê aborî de pêşve bibe, û alîkariyê di baştirkirina asta jiyanê û zêdekirina derfetên kar de bike, di rêya: Nirxandina ketwarê veberhênanê li bakurê Sûriyê û destnîşankirina pêdawîstiyên wê û peydakirina pêdiyyên pirojeyên biçûk û sûdewergirtina ji karîna ciwanan û destpêşxeriyên wan û pêşengiya wan di karan de û gihiştina hevkariyên stratîjîk li ser astên navxwe û derekî di karta veberhênanê de, û danîna planekê ji veberhênanê re li gor geşepêdana domdar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî