Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, raporek bo Desteya Siyasî derbarê civîna Komîteyê ya dawîn ya ku roja Şemiya bûrî li dar ketiye, pêşkêş kir, û rewşa ewlehî û civakî û tawanên berdewam yên milîsên PYDe yên terorîst li devera Cezîrê û Ferêt gotûbêj kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfê û Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat Ebdilbasit Ebdilletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û endamên Komîteyê Zuhêr Mihemed, Redîf Mustefa, Ehmed Elcerba, Mihemed Hemdo, Mustefa Elhemîde, Husên Elread, Mihemed Elmixlif û Mehmûd Ferhan amade bibûn.
û amadebûyî li ser berdewamiya leşkerkirina zarokan ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve û girtin û nehiştina niştecihan ku derbirîna nerîn û daxwazên xwe bikin her wiha gendeliya berfireh di nav dezgeh û milîsên wê de gotûbêj kirin.
Û amadebûyan di civînê de pêşhatên demsala dexl û pirsgirêka avê li devera serê kaniyê gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya alîkariya cotkaran kirin û çareyan ji qebareya genimê li bal wan kom bûye re peyda bikin, bi rêya peywendiyê li gel saziya Genim a Hikûmeta Sûrî ya Demkî re.
Û rapora komîteya Cezîrê û Ferat bal kişandin ser pêwîstiya hevkariya li gel desthilatên xwecihî ji bo belgekirina tawan û binpêkirinên ku ji aliyê van milîsan ve pêk tên, û pêşkêşkirina wan ji Netewên Yekbûyî û mîkanîzma navdewletî ya bêalî re, ji bo dadpirsîna tawankarên cengê li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî