• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 21 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Komîteya Cezîrê û Ferat bi Tîmê Start yê Emrîkî re Dicive û Behsa Rewşa Serê Kaniyê û Girê Sipî Dikin

April 26, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Komîteya Cezîrê û Ferat bi Tîmê Start yê Emrîkî re Dicive û Behsa Rewşa Serê Kaniyê û Girê Sipî Dikin

Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi tîmê emrîkî “Start” yê bi ser Wezareta Emrîka ya Derve ve re civiya, û bi wan re behsa rewşa deverên rizgarkirî li Rojhilatê Ferêt nemaze Serê Kaniyê û Girê Sipî û binpêkirinên berdewam ji hêla milisên PYDe ya terorist ve dermafê sivîlan kirin.

Û di civatê de Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat Endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletêf, Endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed û Endamê Desteya Giştî Îbrahîm Başa beşdarî kirin.

Û ji aliyê Emrîka ve Rêvebirê Tîmê Start Terrence Filin û Endamên Tîmê Alex Star û Randal Kaylo amade bûn.

Û Hevrêzkarê Komîteyê Ebdilbasit Ebdilletîf li ser dîroka avakirina Komîteya Cezîrê û Ferat û endamên wê yên ji parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê û Hesekê pêk tên axivî, û bal kişand ser ku karê Komîteyê yê sereke ew e ku guh bide şopandina rewş û pêşketinên li devera Cezîrê û Ferat û dariştina siyaset û pirograman derbarê pêşeroja deverê di çarçoveya pirojeya niştimanî ya Sûrî de.

Û Ebdilletîf tekez kir ku Komîte bizavê bo avakirina devereke ewle û aram û civateke hevgirtî ya pêkhatên wê bi aştî pev re bijîn û rêvebirina kesên deverê bi awayekî hevpar di bin siya serwerî û yekîtî û saxlemiya xaka welat de, di riya pêwendiyên çalak û yekser re li gel xelk û çalakiyên sivîl li deverê, û berzkirina rola çalak ya tevaya xelkê deverê û misogerkirina nûnertiya bi dadwerî û demoqratîk.

Û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo behsa guhdana Hevbendiya Niştimanî bi herdû deverên Serê Kaniyê û Girê Sipî, û bizavên çakkirina rewşa jiyana nişteciyan li deverê di riya bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî re daku bi rola xwe rabe kir, û daxwaza piştgiriya Hikûmeta Demkî kir, yaku xwe ji bo çûna Waşinton amade dike, da hevdîtinan bi berpisyarên li wê derê re li dar bixîne û pirojeyên geşepêdanê li deverê berçav bike.

Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, ketwarê nişteciyên Girê Sipî û Serê Kaniyê di dema dorpêçkirina ku li ser deverê hatiye sespandin berçav kir, û tekez kir ku dever di rewşeke mirovahî ya dijwar re derbas dibe, bi sedema kêmbûna dermên û keresteyên xwarinê û keresteyên çandiniyê û xwedîkirina ajalan, û Berekat bal kişand ser ku rewşa niha nahêle ku xelkê deverê vegerin ser mal û milkên xwe, bi hemû pêkhatên xwe yên ereb û kurd û siryên asorî ve.

Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bizavê bo zêdekirina nûnertiya xelkê deverê di Hevbendiyê de dike, û dê nûnerên Encumenên Xwecihî tevlî Hevbendiyê bibin, û wezîrê çandiniyê dê ji xelkê van deveran were hilbijartin, daku hevkarî li gel saziyên şoreşê xurt bibe.

Ji aliyê xwe ve endamê Komîteyê Îbrahîm Başa, diyar kir ku ew berî rojekê bi xelkê devera Serê Kaniyê re civiyabû, û silavên xelkê deverê gihandin aliyê Emrîkî, û got ku xelkê daxwaza serdana tîmê Wezareta Derve ya Emrîkî û saziyên navdewletî ji herêmê re kir, daku li rewşa deverê temaşe bikin.

Û Başa diyar kir ku rewşa aborî xirab e, ji ber ku xelkê deverê bi awayekî sereke xwe dispêrin kartên çandiniyê û xwedîkirina ajalan, û li ser rewşa bijîşkî ya xirab axivî, û got ku rapor balê dikşînine ser ku derdora 50 kesî bi nexwaşiya lîşmaniya ketine.

Û endamê Komîteyê Zuhêr Mihemed li ser binpêkirinên ku PYD li deverên di bin kontirola wê de û tiştê ku li vê dawiyê pê rabûye wek şewtandina ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên wê axivî.

Û sipasiya aliyê Emrîkî li ser helwestên wan ên retkirina van kiryaran kir.

Û bal kişand ser ku Ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd berî du salan ji encama bizavên navdewletî ji bo nûjenkirina diyaloga kurdî-kurdî vebibûn.

Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Tîmê Start Terrence Filin bersiva pirsên girêdayî berdewamiya sizayên Qeyser dan, û got ku pêwendiyên tîma Start li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî berdewam in, û ew li ser daxwazên wan ên derbarê pêdviyên mirovahî li bakur û rojavayê Sûriyê radiwestin.

Û got ku ew tê dighêjin ku daxwaz heye derbarê vekirina dergehên sînorî di navbera deveran de, ji bo berdewamiya têkiliyên malbatî û civakî di nav nişteciyan de, û ew dê vê babetê bo rayedariya bilind veguhêzin, da li ser rêyên pêkanîna wê rawestin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share8TweetSend

Posts Related

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da

March 20, 2023
Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Civîna Xwe ya Xola 66an li Dar Xist û Têde Pesnê Xweragirî û Qurbanîdana Gelê Sûriyê Da

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.