Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, raportek derbarê sedemên ku hiştine nexwaşiya kolêra li deverê belav bibe li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kir, û hejmarek ji temîniyan bo rûbirûbûna nexwaşiyê û dorpêçkirina wê pêşkêş kirin.
Û Ebdilletîf bal kişand ser ku di dema navbera 25 tebaxê û 10 îlonê de, agahiyên şopandinê diyar kirin ku ne kêmtir ji heşt kesan piştî navçûneke zor canê xwe ji dest dan, û eşkere kir ku bêhtira nexwaşiyên ku ew pê agahdar bûne ji Helebê hatine, û hejmara wan nexwaşan 676 kes bûn, di pey re Dêra Zorê hat, ew jî 201 bûn, 17 nexweş ji Reqayê, Hesekê 8, Hema du nexwaş û Laziqiyê du nexwaş bûn.
Û Ebdilletîf bal kişand ser ku texmîn hene ku jêdera pêketinê bi ava vexwarinê ya nepak ve girêdayî be, jêdera wê jî çemê Ferêt e, her weha bikaranîna ava nepak di avdana eviyan de, yaku ziyan gihandiye berhemên zeviyan.
Û Ebdilletîf ji Desteya Siyasî xwest ku kar li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Tendurstiyê li ser dabînkirina dermanên pêwîst bo nexweşan bibe, û veksînê bi lez bighînin parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê daku zarokan biparêzin.
Û tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina keresteya klorê û gihandina wê bo stasyonên pompekirina avê kir, her weha lidarxistina workşopên hişyariya tenduristî bo xelkê deverê daku sînorekî li pêşiya belavbûna nexwaşiyê deynin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî