Komîteya Diyalogê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hevdîtina şêwirdarî ya pêncemîn di bin navê Berve Pirojeyeke Niştimanî ve bi beşdariyeke berfireh ji hêla cûrbecûr pêkhatên civaka sûrî lidar xist.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yehya û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdilletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Hevrêzkarê Komîteya Diyalogê Ebddulîlah Fehed û Endamên Komîteyê Behcet Eletasî, Mihemed Qedah, Salim Elmislit û Ehmed Tuimê amade bûn.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî bi awayekî berfireh pirosesa siyasî ji destpêka sala 2011an de û qonaxên ku têre derbas bûye, û biryarên ji aliyê Komkara Erebî derketine, û biryarên navdewletî û daxwiyaniya Cinêvê ta bighêje avakirina Komîteya Destûrî û encamên wê yên ne cihê hêviyê bi sedema berdewamiya rijêmê di jikarêxistin wan û tevlênebûna nav naverokên destûrî berçav kirin.
Û Hîşam Iskêf kaxeza ku ji aliyê Yekîtiya Şervanên Helebê ve hatiye hildan pêşkêş kir, û têde li ser pêwîstiya guhdana afrandina bijardeyên berdêl axivî, daku piştgirî be ji rêya siyasî re û jê ne dûr be, û ya herî girîng ku têde hatiye, hukumdarî û rêvebirina deverên rizgarkirî ye.
Û amadebûyan hejmarek ji pirsên giring ên hevdîtin bi wan dewlemend bû kirin, û endamên Hevbendiya Nişrtimanî bersivên wan pirsan dan.
Tê zanîn ku ev hevdîtin xelekek ji zincîra hevdîtinên şêwirdarî yên niştimanî li gorî biryarên hevdîtinên berê tê, û armanc jê ew e ku behsa ketwarê siyasî yê sûrî bikin, ji bo ku bighînin nerîna pirojeyeke niştimanî giştî û rûbirûbûna astengiyên ku rastî şoreşa sûriyê tên bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî