Komîteya Diyalogê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hevdîtina xwe ya şêwirdarî a siyemîn di bin navê Berve Pirojeyeke Niştimanî de bi beşdariya bêhtir ji 55 kesayetên Sûrî lidar xist.
Ew jî di nava zîncîrek ji hevdîtinên şêwirdarî ya niştimanî bi armanca gengeşekirina ketwarê siyasî û avakirî li ser kaxesên di hevdîtinên berê de hatine pêşkêşkirine tê, ji bo ku bighînin pirojeyeke niştimanî û rûbirûyî astengên rastî şoreşa sûriyê tên bibin.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirê Serok Uqab Yehya û Hevrêzkarê Komîta Diyalogê Ebdulîlah Fehed û Endamên Komîteyê Salim Elmislit Ehmed Tuimê, Behcet Eletasî û Mihemed Qedah, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, şiroveyeke berfireh li ser dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî pêşkêş kir, û li ser çalakiyên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrê ya Demkî li deverên rizgarkirî axivî, û tekez kir ku ew tiştekî pêşeyî ye û xalake sereke ye.
Û Elherîrî got ku nûnertiya ku Hevbendiya Niştimanî wergirtiye dê ne durust be ger ji gewriya sûriyan de dest pê neke, û di hevdîtinê de got ku me xebat kir ku hebûna me li nav gelê me de rasteqîn be, û em pêdviyên gelê xwe bê navbir temaşe bikin, û pêdviyên wan dabîn bikin daku em bihêz li ser biaxivin.
Û Elherîrî yê ku ji dûrve ji Baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê beşdarî kiriye bal kişand ser ku xurtkirina Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî ji pêwîsttirîn xebatên ku di dema dawîn de pê rabûye ne, tevî ku Hevbendiya Niştimanî ji destpêkê de li ser xaka sûriyê heye, di riya saziyên wê yên cîbivcîkar û dezgehên girêdayî wê re.
Û beşdaran hejmarek ji hizir û xalên pêwîst yên ku dê di hevdîtinên dahatî de kar li ser bibe pêşkêş kirin, û Serokê Encûmena Sûrî-Emrîkî Zekî Lebabîdî şiroveyek li ser nerînên rêvebiriya Emrîkî ya nû derbarê doseya sûrî pêşkêş kir, û got ku siyaseta Emrîka li Sûriyê pir nayê guhartin, nemaze di dema pêşî ji Serokatiya Serokê Emrîkî Co Baydin de, ji ber ku dê giringiyê bide rewşa navxwe li Emrîka.
Û Lebabîdî bal kişand ser giringiya ku opozisyona sûrî bi karê rêxistina rêzên xwe bike û pirojeyeke niştimanî tam pêkêş bike, ji bo ku bighêje çareya siyasî yaku dê hêviyên gelê sûrî di veguhestina siyasî de pêk bîne, û di heman demê de cext kir ku ti çareya siyasî li sûriyê tune ye bêyî damezrandina desthilata veguhêz yaku divê cihê beşar Esed û girupê li dorê têde tune be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî