Komîteya Diyalogê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel Nûnerin ji Şepêla Niştimanî ya Sûrî lidar xist, û bi hev re behsa hejmarek ji dozên giring derbarê pêşxistina bingeha Hevbendiyê û pêşeroja sûriyê kirin.
Û di civatê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî, Uqab Yehya, û Hevrêzkarê Komîteya Diyalogê Ebdilîlah Fehid, û Endamên Komîteyê Salim Elmislit, Ehmed Tuimê, Mihemed Qedah amade bûn.
Û amadebûyan li ser bingeha Hevbendiya Niştimanî û nûnertiya pêkhat û cihêrengên sûrî di Desteya Giştî de axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya bestina piştê bi kesayetiyên çalak û xwedî bandor û dûrî dabeşkirina mezhebî be kirin, û kar li ser avakirina dewleteke sivîl li ser pirensîpa dadwerî û wekheviyê be bikin.
Û amadebûyan rola giring a Hevbendiya Niştimanî di pirosesa siyasî de û rola wê li deverên rizgarkirî û deverên dîtir gengeşe kirin, û bal kişandin ser giringiya piştgiriya tevgera gelêrî li bajarên sûriyê, û nemaze li beravê, yaku herroj mezin dibe û bi wêrekî li hemer kiryarên tawankarî yên rijêma Esed radiwaste.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya nêzîkkirina dûrbûna di navbera pêkhatên civaka sûrî de derketiye kirin, û nehêlin ku rijêma Esed di kûrkirina çanda mezhebîyetê li welêt berdewam bike, ew jî dê di riya nêzîkkirina nerînan re be, û çêkirina nerîneke zelal bo pêşerojê yaku divê hemû têde beşdariyê bikin û têda rûmeta tevaya sûriyan were parastin.
Û amadebûyan li ser lidarxistina hevdîtinên rolane lihev kirin, daku bighêjin nerîneke hevbeş, û hevkariyê xurt bikin, bo rûbirûbûna bûyerên dahatî û pêkanîna hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî