Komîteya Partiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel şandek ji şepêla niştimanî ya sûrî a ku yek ji pêkhatên Hevbendiyê ye lidar xist, û civatê behsa dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Komîteya Pertiyan di Hevbendiya Niştimanî de, Ebdellah Gedo, û Endamên Komîteyê Farok Teyfor, Ehmed Remedan, Yehya Mektefî, Ebdilmejîd Berekat amade bûn, û ji aliyê Şepêla Niştimanî ve Serokê Ofîsa Siyasî ya Şepêlê D. Îmad Eldîn Reşîd û Herdû Rayedarên Şepêlê D. Bedir Camûs û D. Îsam Ebdil Mewle amade bûn.
Û di civatê de li ser destpêka afrandina Şepêla Niştimanî û pirogramê wê yê siyasî û pergal û armancên wê û desteyên wê yên rêxistinî û çalakiyên wê yên ragihandinê, her weha beşdariya Şepêla Niştimanî di curbecur çalakî û kongirên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de ji destpêka birêketna şoreşê de axivîn.
Û amadebûyan tekezî li ser xurtkirina hebûna Hevbendiyê li deverên rizgarkirî û pêwîstiya ku welatî têde bihêz bibin kirin, û ku piştgirî di tevaya kart û çalakiyên niştimanî de bo wan bête kirin.
Û civîngeran li ser giringiya kûrkirina têkliyên siyasî di navbera curbecur hêzên siyasî yên tevlî şoreşê bûne de kirin, ta bighêje qonaxa damezrandina platformeke şêwirmendî ji van kutle û partiyan, bo xurkirina xebatên niştimanî û demoqrasî, sengera ku gelê sûrî têde dixebite bo pêkanîna guhartinên têne xwestin ên aştî û dadweriyê pêk bînin, û dawiyê li dîktatorî û gendelî û destdanîna ser desthilatê bîne.
Û civîngeran rewşa siyasî yaku şoreşa sûrî têre derbas dibe û rewşa navdewletî yaku bandora wê li pirosesa siyasî ya navdewletî derbarê doza sûriyê dibe, wek di daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî de hatiye, berçav kirin.
Û civîngeran bijarde û pilanên piştpêrastikrî li bal Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî û berdewamiya rijêma tawanbar û dagîrkerê Rûsî û Îranî di kiryarên kuştin û wêrankirin û reva wan ji pirosesa siyasî gengeşe kirin, û cextî li ser pêgiriya cîbicîkirina biryarên navdewletî û veguhestina siyasî li Sûriyê kirin, û destpêkirina serdemeke nû li welêt dûrî hukimdariya malbatî misoger bibe, her weha dûrî desthilata tawanbarên cengê û destekên dagîrkeran be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî