Komîteya Hevbeş ya Sûrî-Tirkî bo xwendekarên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn û nikarîbûn ku li dibistanan qeyda xwe tomar bikin lînkek birê kir, da ku hejmara kesên tomarnekirî bizanibin û lîsteyan pêşkêşî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê bike, da ku bi rola xwe di standina rêşûnên guncaw de rabe, û zarokên Sûrî mafên xwe yê xwendinê li Tirkiyê bidest bixin.
Û Hevrêzkarê Komîteya Hevbeş û endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Mihemed Silo diyar kir ku rewşa yasayî ya xwediyên zarokan û ya xwendekaran dibe ku sedema herî sereke be di tomarnekirina xwendekaran di dibistanan de, û dît ku çareseriya wê bi gelek rêşûnên ku Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkiyê sepandine û bi dirêjiya hersê salên bûrî ve girêdayî be, daku tevayan han bidin ser yasakirina rewşa xwe.
Û Silo berdewamkir û got ku bi haybûna me ji zehmetiyên ku penaberên Sûrî li Tirkiyê têde dijîn yên ku dibe rê li ber rewakirina rewşa wan bigire, em ê hewl bidin ku wêneyên rasteqîn ji biryarderê Tirkiyê re veguhêzin.
Û Silo tekezî li ser pêwîstiya ku hemû malbatên Sûrî kar li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe yên yasayî bikin kir, da ku bigihin rewşek aram bo bandorê li wan bike, û metirsiyan ku dibin sedema tevgera koçberkirina nerewa berve Ewropa kêm bike, nemaze yaku Sûrî ji bo wê jiyana xwe dikin metrsiyê û hemû qezenciya salan dixin wê riyê daku bighêjin rewşeke bêhtir hêmin û aram.
bo tomarkirinê vir bitikîne :
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî