Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Şandeyê pê re serdana baregehên Desteya Saîron li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê kirin, û bi serkirdeyên Desteyê re civiyan, û bi wan re rewşa ewlekarî ya deverê gotûbêj kirin.
Û Elmislit û Şandeyê pê re bizavên Desteyê di avakirina hêzeke leşkerî ya yekalî û rêxistinkirî de ji bo parastina ewlehî û aramiya xelkê li Serê Kaniyê bilind nirxand.
Û Elmislit tekez kir ku guhertinên mezin li herêmê hene, çi li ser asta ewlehî an xizmetguzarî be, û cextî li ser berdewamiya kar bo baştirkirina asta jiyana nişteciyan li herêmê kir.
û tekezî li ser yekrêzî û çarenivîsê û pabendbûna bi pirensîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî