Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit bi gereke çavdêriyê di Akademiya şehîd Xidir Şems Eldîn di Tîma Hemze ya bi ser Feyleqa duyem ya Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê rabû, û rola wê Tîmê û rola Artêşa Niştimanî û polîsên sivîl û polîsên leşkerî di parastina deverê û vegerandina aramiyê de bilind nirxand.
Û Elmislit ji serkirde û endamên wê re tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê de dike.
Û Elmislit berdewamkir û got ku Em kurên yek şoreşê ne, Em ji xêza wê dernakevin, em bi we re ne, çarenûsa me yek e, Em ji vê rê dernekevin, û tekez kir ku çiqas dem bidome jî şoreşa Sûriyê dê alaya azadî li Şamê hilde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî