Rêkxerê giştî yê komîteya serpirştiyar li ser damezrandina fermandariya leşkariya bilind Heysem Rehmê tekez kir ku ew nêzîkî danîna xalên dawîyê ne li ser nexşeya damezrandina Encûmena leşkeriya bilind ya hêzên Şoreşa Sûriyê, ku desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî biryara damezrandina wê daye.
Rehmê di Civîna îro ya komîteyê de got: ” Me pêwendî bi sercem aliyê leşkerî û hêzên şervan yên li ser qadê re kirine, û me pejirandinek mezin dît li rex wan ji dirustkirina Encûmeneke leşkarî ya bilin ku hewla yekxistina bizavên leşkerî û rêxistina oparisoyên dijî rêjîma Esed bide, herwiha li dijî mîlîşeyên Îrana dagîrker ji welatê me re”.
Rehmê tekez kir ku komîte kar dike ji bona ku her aliyek nûnerayetiya xwe hebe di encûmenê de, û herwiha pêwîst e Encûmen baweriya Sûriyan bidest bîne, ji bona bidestxistina armancên wan di azadî û şerefmendiyê de û rizgarkirina wan ji zordar û dagîrkeran biyekcarî”.
Hêjaye gotinê ku komîteya serperiştyar ji van kesan pêk tê: Heysem Rehmê, Nesir Elherîrî, Ehmed Tînawî, Wasil Elşimalî, Şelal Gedo, Yosif Mehlî, Ednan Rehmûn, Selah Elhemewî.
Jêder:Hevbendî