Çalakvanan ragihand ku hejmarek ji xortan xwepêşandanin li bajarê Tertûsê bo şermezarkirina destwerdana Iranî di Sûryayê de lidar xistin, ew jî mîna bersivdanekê bû ji banga ku ji hêla rewşenbîr û rojnamevanin Libnanî û Sûrî ve piştî gotubêjên bajarê “Zebedanê” hatibû dan, û Iran tê de li şûna rejîma Esed gotubêj dikirin.
Kenala “Heleb El – Yewm” ragihand ku milişiyên Hizbilla yên tirorist û bi piştgiriya Pasvanên Şoreşger ên Iranî, xwepêşandanên bajarê Tertûsê vemirandin û xwepêşander bi hêzê belav kirin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji ” Encumena Ewlehiyê xwestibû ku biryarekê derîne û rejîma Iranê tê de neçar bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji ser xaka Sûrî bikişîne” û tekez kir ku ” asoyên çareya siyasî venabin di hebûna dagîrkerê Iranî û milişiyên regezperist û kujer yên îran piştgiriya wan dike “.
Hevbendiyê berdewam kir ku tevlî astengî û keleman” Miletê Sûrî îroj li ser sê eniyan dijî Daişê, rejîma Esed, û dagîrkerê Iranî şer dike” û li ser pêwistiya hevgirtin û yekbûnê bo pêkanîna serkeftinê tekez kir.
Jêder: Hevbendî