Hevrêzkarê Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Zuhêr Mihemed, rapora karê Komîtryê yê dema bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya gera 54emîn pêşkêş kir, û tê de li ser karê Komîteyê û rêyên hevkarî û hevrêziyê bo gihiştina encamên herî baş axivî.
Û rapora Komîteyê çawaniya pêşxistina karê hevbeş li gel saziyên civaka sivîl di çarçoveya pilana Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina têkliyan li gel saziyên civaka sivîl yên sûrî gengeşe kir, her weha pêşkêşkirina piştgiriyê bo wan saziyan daku karibin bi erkê xwe derbarê gelê Sûrî de rabin, û xizmetkariyên pêwîst pêşkêş bikin.
Û raporê behsa hevdîtinên ku Komîteyê li gel Menbera Komeleyan û Saziya Mil li Mil û Komîteya Sûrî Tirkî ya Hevbeş li dar xistine kir, û bal kişand ser girîngiya van hevdîtinên ku dixwazin xizmeta Sûriyan li Tirkiyê û deverên rizgarkirî bikin.
Û raporê tekez kir ku têkliyên di navbera Komîte û Saziyên Sûrî yên dîtir de divê li ser bingeha hevkarî û hevrêziyê bin, daku bighêjin baştirîn encamên gengaz, di riya hevtemamkirina di navbera saziyên civaka sivîl û Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, û raporê bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dixebite, ji bo ku xebatên saziyên li bal wê tomarkirî hêsan bike.
Û raporê diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser çespandina têkliyên di navbera saziyên civaka sivîl û Hikûmeta Demkî de dike, her weha pêwîstiya pêwendiya li gel saziyên civaka sivîl yên dîtir û hevkarî û hevrêziya li gel dezgehên Tirkî wek Afad û Heyva Sor û IHH û dîtina mîkanîzmekê bo pêwendiya di navbera Hevbendiyê û wan saziyan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.