Komîteya Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûr ve bi “Menber Elcemiyat” re lidar xist, û amadebûyan li ser rewşa mamosteyên Sûrî li Tirkiyê û giringiya belavkirina hişyariyê di nav penaberên sûrî de, û giringiya ku rêzê li yasayên welatê ku ew lê ne bigirin axivîn, û behsa lidarxistina ahengekê bi boneya bîranîna dehemîn a şoreşa sûrî li deverên rizgarkirî kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Doseya Saziyên Civaka Sivîl yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Zuhêr Mihemed, û Herdu Endamên Hevbendiya Niştimanî Xanim Kîfah Murad û Ednan Rehmûn, amade bûn, û ji aliyê “Menber Elmcemiyat” ve Ratib Eldibis, Silêman Elsalme û Mihened Biwêdanî amade bûn.
Û Hevrêzkarê Doseya Saziyên Civaka Sivîl yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Zuhêr Mihemed, got ku pêwîst e ku xebat bêhtir di riya Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re bin, û roleke wê ya sereke di çare û sivikkirina pirsgirêkên rastî sûriyan tên hebe.
Û Endama Hevbendiyê Kîfah Murad bal kişand ser xebatên ku Hevbendî derbarê rewşa mamosteyan dike, û got ku berî bi demekê li Enqerê Hevbendiyê hevdîtin bi Rêvebirê “Hînkirina Sertaserê Jiyanê” re lidar xist, û pêre behsa serratkirina fêrnameyan kirin, û zêdetir ji carekê bi girûpên mamosteyên sûrî re civiyan, û bi wan re behsa pêdviyên têne xwestin kirin.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Ednan Rehmon bal kişand ser ku divê saziyên civaka sivîl bi awayekî rasteqîn û xurt di civata Biroksilê ya ku dê di dawiya vê heyvê de li dar bikeve amade bin, daku derdeseriyên gelê sûrî veguhêzin, û derbarê giringiya ku dest bi pêşkêşkirina navê saziyan ên li Tirkiyê û deverên rizgarkirî bikin, daku li Biroksilê amade bibin pêşniyarek pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dê di riya Ofîsa Têkliyên Derve re navan hilbijêre.
Ji aliyê “Menber Elcemiyat” ve Silêman Elselame cextî li ser giringiya ku ked û xebat bi yek bin di navbera Hevbendiya Niştimanî wek sîwaneke siyasî bo sûriyan yaku danpêdan li sere asta navdewletî pê hatiye kirin û saziyên civaka sivîl de kir, û bal kişand ser ku mamoste hewcedar in ku derbarê pirsgirêkên rastî wan tên dengê Hevbendiyê bibhîzin, ji ber ku ew hest dikin ku Hevbendî li kêleka doza wan e û kêşa wan jê tê xwestin, û got ku Menber pir şanaz e bi pêngava Hevbendiyê bo lidarxistina ahengê bi boneya bîranîna dehemîn a şoreşa gelê sûrî li deverên rizgarkirî, û dît ku ev pêngaveke giring û pîraz e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî