Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya Şanda Nerwijê ya Taybet bo Sûriyê Xanim Hilde Haraldstad kir, û bi hev re behsa rewşa siyasî û meydanî û rola Nerwijê di piştgiriya doza sûrî de kirin.
Û di hevdîtinê de li rex Serokê Hevbendiya Niştimanî Cîgira Serok Ruba Hebûş û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Herdu Endamên Desteya Siyasî D. Ehmed Elseyêd Yusif û D. Zuhêr Mihemed, amade bûn, û ji aliyê Nerwijê ve Elnor Gasanov amade bû.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya ku civaka navdewletî derbarê doza sûrî ji bêlebatiya xwe derkeve, û mîkanîzmin kartêker bibîne daku pirosesa siyasî bilivîne, û veguhestina siyasî li sûriyî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî pêk bîne.
Û Elherîrî got ku em nabînin ku çareya siyasî hatiye girtin lê pirosesa siyasî bi giştî niha hatiye rawestandin, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî amade ye berdewamiyê di rola xwe de bo pêşdebirina pirosesa siyasî bike, lê di tunebûna piştgiriya navdewletî de ew tişt dê dijwar be.
Û Elherîrî got ku rijêm û Rûsiya û Îranê hîn li ser rêbaza xwe ya xwîndar in, û di dijîtiya hêviyên gelê sûrî de berdewam in, û got ku derbarê piştgiriya doseya sûrî Hevbendî bi hêviya helwesteke cidî û kartêker e ji aliyê Ewropa û Rêvebiriya Emrîkî ya nû ve.
Û Elherîrî di warê mirovahî de bal kişand ser ku giring e xebat li ser mana karê dergehên sînorî bibe, daku di piştgiriya gelê sûrî de berdewam be, û got ku hevbendî û gelê sûrî hewcedar in ku hevalbendên me kar li ser piştgiriya aliyê mirovahî bikin, û nehêlin ku dergehên sînorî wek dîl bin di bin destê Rûsiya de.
Û Elherîrî dît ku yekîtiya Sûriyê ji neguhêrên Hevbendiya Niştimanî ye, û çi pirojeyên dabeşkirina welêt ji kîjan alî de bin nayê pejrandin, û tekez kir ku Hevbendî di riya hin pirojeyan re kar ji bo misogerkirina rewşa jiyanê û ewlehiyê bo sûriyan li deverên rizgarkirî dike.
Û Elherîrî bal kişand ser ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî xebatê li ser dabînkirina pêdviyên sereke bo sûriyan li deverên rizgarkirî dike, û kar li ser diyarkirin û şerê şanên veşartî yên rijêmê û Dais û PYD dike, lê Hikûmeta Demkî ji aliyê dewletên dost ve hewcedarî piştgiriyeke rasteqîn e, daku pirojeyên li ser dixebite bi serî bike.
Û Elherîrî cext kir ku sizayên navdewletî dijî rijêma Esed hindik in, û divê li hember hewldanên Rûsiya bo xweşkirina têkliyan di navbera rijêmê û civaka navdewletî de were rawestandin, û divê em bi awayekî tevayî xebatê bikin daku tiştê ku Rûsiya di riya pêkenoka hilbijartinan re û awayên din re bi ser nekeve, û nehêlin Rûsiya rijêma ku dijî gel çekên kîmawî bikar anîne û bi sedên hezaran jê kuştine careke din bide pêş.
Ji aliyê xwe ve Şanda Nerwijê ya Taybet bo Sûriyê Hilde Haraldstad tekezî li ser piştgiriya Hikûmeta Nerwijê bo gelê sûrî nemaze di warê mirovahî de kir, û amadebûna welatê xwe bo piştgriya derbiderên sûrî li deverên rizgarkirî diyar kir, û tekez kir ku Nerwêj dê di riya hebûna xwe di Encûmena Ewlekariyê de xebatê bo pêşdebirina berve çareya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 bike, her weha dê kar li ser nûkirina biryara alîkariyên mirovahî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî