Komîta Sûrî-Tirkî ya hevbeş, daxwaz ji malbatên Sûrî yên ku ziyan ji ber tidarekên xweparastina ji Vîrosa Korona li Tirkiyê dîne kir, ku lîsteya di nav lînka ku malpera Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de hatî tijî bikin.
Û ev çalakî li gorî daxwaziya Wezareta Koçberiyê ya Hikûmeta Tirkiyê tê, ya hewil dide ku lîsteyan bi navê malbatên Sûrî yên bêtir ziyan dîne amade bike, daku alîkariyê ji wan re pêşkêş bike.
Tê zanîn ku belavbûna vî derdî li deverên cûda ji cîhanê, bû sedema rawestandina kargeh, dezgehên çeksazî, dikan û firoşgehan, û bû sedem ku hejmareke mezin ji karkeran tûşî ziyanê bibin, di nav wan de penaberên Sûrî jî hene, yên ku bi roja xwe dixebitin û ti girêbest bi xwediyên karan re îmze nekirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî