Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, şehîdbûna 159 sivîlan di heyva adara borî de belge kiriye, 28 zarok 16 jin di nav wan de hene, 14 ji wan ji ber îşkenceyê jiyana xwe jidest dane.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku duh çarşembê derketî de, got ku hêzên rêjîmê û milîsên pêre 36 sivîl kuştine, 5 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û got ku 19 sivîl di nav de 2 zarok û 7 jin , ji encama topbarana hêzên Rûsiya hatine kuştin.
Û raporê diyar kir ku milîsên PYD 12 sivîl kuştine, 2 zarok di nav de hebûn, û got ku 2 sivîl yek jê ji kadroyên bijîşkî bû, li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatin kuştn, û anî ziman ku 2 sivîlan li ser sînorê Tirkiyê canê xwe jidest dan.
Û raporê kuştina 28 sivîlan yek jê kadroyên bijîşkî bû, û di nav de 3 zarok û jinek, bi guleyên kesên nediyar tomar kir, herweha kuştina 20 sivîlan, di nav de 9 zarok û jinek, ji ancama teqînan canê xwe jidest dan, û raporê kuştina 13 sivîlan di nav de 2 zarok û jinek jiber teqîna mayînan belge kir, û kuştina 10 sivîlan di nav de 2 zarok û 3 jin, li ser destên kesên nenas tomar kir, û got ku 3 zarok jî di noqbûna bin avê de mirin.
Û raporê bal kişand ku di heyva borî de, 14 sivîlan di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dan, di nav de 12 sivîl di girtîgrhên rêjîmê de bûn, û 2 kesên din li ser destê hin aliyên ku raporê diyar nekirine hatibûn kuştin, û got ku hejmara kesên jiyana xwe di bin îşkenceyê de ji destpêka sala 2020an de li Sûriyê ji dest dane gihîşte 39 kesan.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, karîbû 5 komelkujîyên di heyva adara borî de li Sûriyê çêbûne serjimêr bike, yek jê li ser destê hêzên rêjêmê bû, 2 li ser destê hêzên Rûsiya bûn, û yek li ser destê milîsên PYDe bû, û yek din ji encama teqînekê bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî