Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya îro pêncşembê derketî de, diyar kir ku ne kêmtir ji 156 girtinên bi kotekî di heyva adara borî de hatine belgekirin, di nav de 97 kes bêseroşûn bûne, û piraniya wan li ser destê hêzên rêjîma Esed bûn.
Û raporê eşkere kir ku di heyva adara borî de 156 girtinên bi kotekî di nav de 2 zarok û jinek hebûn tomar kir, jê 74 li ser destê rêjîmê bûn, jinek jî di nav wan de hebû, û 35 kes li ser destê milîsên PYDê bûn, 2 zarok di nav de hebûn, û raporê 38 girtinên bikotekî li ser destê aliyin çekdar yên ne diyar çêbûne tomar kir, û 9 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam bûn.
Û raporê bal kişan ser ku girtiyên di zîndanên rêjîmê de rastî îşkenceya bikîn û hovane tên, û ew di rewşeke tenduristî ya dijwar de binçavkirî ne, û di cihên ku mercên saxlemiya tendûrustî lê tune de ne, û got ku ew wek siyasetekê ye li ba rêjîma Esed.
Û raporê anî ziman ku di bin siya rewşa girtinê ya hovane di navendên girtinê de, ew cî amade ne ji belavbûna Vîrosa Korona re, û got ku ew rewş jiyana nêzî 130 hezar kesî yên ta niha li ba rêjîmê girtî ne an bêserşûn in dike bin gefan.
Û raporê cext kir li ser girîngiya ku Neteweyên Yekbûyî û aliyên Garantîkar ên Danûstandinên Astana komîteyeke taybet û bêalî damezirînin, ji bo çavdêrîkirina bûyerên wendakirina bi kotekî, daku pirosesa naskirina çaranûsa 98 hezar kesên bêsrûşûn li sûriyê pêşde here, yên ku 85% ji wan li ba rêjîma Esed in.
Û raporê anî ziman ku milîsên PYD gelek mafên bingehîn binpê kirine, û gelek kiryarên binpêkirinê, wek êşkence û wendakirina bikotekî pêk anîne, û bal kişand ku aliyên leşkerî yên din dî jî pirosesên girtina bikotekî û îşkencekirinê dermafê hin nişteciyan li deverên di bin kontirola wan de kirine..
Û Raporê dazwaz ji Encûmana Ewlekariya navdewletî kir ku, cîbecîkirina biryarên xwe bişopîne, û temînî li Encûmana Mafên Mirovan kir, ku doza kesên binçavkirî û yên bikotekî bêseroşûn bûne li Sûrîyê bişopîne, û wan di hemî civînên salane de berçav bike, û hevkarî û hemahengiyê digel rêxistinên mafên mirovan yên xwecihî û çalak li Sûrîyê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî