Şandek ji Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş bi Serokatiya Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanê ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Komîteyê Ehmed Bekora û berpirsa pêwendiyan di komîteyê de Înas Elnejar li gel Rêvebirê Koçberiyê yê nû li bajarê Stanbolê Beyrem Yalnso civiyan, bi armanca berdewamiya hevkarî û hevrêziyê ji bo çareserkirina hin kêşeyên girêdayî Sûriyê ku li Tirkiyê dijîn.
Û hevdîtin bi awayekî erênî pêk hat, û herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya karê bi hevre bo çareserkirina hemû kêşeyên ku rastî Sûriyên li Tirkiyê tên kirin.
Û amadebûyan behsa pirsgirêkên dawîn yên ku rastî hin sûriyan hatine di dirêjkirina rûniştina tûrizmî de kirin, û Rêvebirê Koçberiyê bal kişand ser ku Rêveberiya Koçberiyê li ser çareserkirina pirsgirêkên derbarê daxwaza dirêjkirina îqameyê derketine û ew daxwaz ret bûne kar dike, û got ku yên nameyên retkirinê gihîştiniyê wan ne mecbûrin ku di deh rojan de ji welêt derkevin, lê hin rêşûnên nû lêkolîn jêre dibin û dê jipêre werin raghandin, û got ku rêvebirî ji bo kesên ku berê doseyên îqameyên wan ret bûne li çareseriyin nû digere.
Û amadebûyan li ser doseya destnîşankirina demê ji bo nûkirina agahiyên sebaret bi nasnameya demkî axivîn, û Rêvebirê Koçberiyê tekez kir ku mîkanîzmin nû derbarê destnîşankirina demê bêyî ku demeke dirêj bendewar bimînin û dê di dema dahatî de were raghandin.
Û herdu aliyan di dawiya hevdîtinê de cextî li ser giringiya berdewamiya piştgiriya karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û rola wê ya mezin di pêwendî û çareserkirina kêşeyên helawîstî yên sûriyên ku li Tirkiyê dijîn kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî