Wek domandin ji civatên Tîma Teknîkî di Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de, Hevrêzkarê Komîteyê, Ehmed Bekora û berpirsa pêwendiyan tê de, Înas Nejar, civînek li gel Rêvebirê Beşê Pêwendî û Tevlîbûna Civakê di Rêvebiriya Koçberiya Giştî de li Paytexta Tirkiyê Enqere, Aiden Keskin, lidar xistin.
Û herdû aliyan tekezî kirin li ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê derbarê serrastikirina ramanên şaş di nav Sûriyan û Tirkan de, û handana li ser redkirina nijadperestiyê û eşkerekirina piropogenda derewîn.
Û behsa pêkanbûna karê bi hev re kirin, ji bo wergerandina yasayên ji aliyê Hikûmeta Tirkî ve derketine bo zimanê erebî û belavkirina wan, ji bo misogerbûna ku ew bi beşê herî mezin ji Sûriyên li Tirkiyê bên gihandin.
Û tekezî li ser girîngiya ku pirogramên pêwendiyê çalaktir bin kirin, ew jî di riya lidarxistina kargeh û komcivînên rojnemevanî di navbera rojnemevanên Sûrî û yên Tirkî de.
Û li ser pirojeyên tevlêbûna civakî yaku rêvebiriya koçberiyê bi awayekî salane pê radibe axivîn, û alîkariyê di danasîna bi wan pirojeyan bikin, û wan agahiyan bighînin beşê herî berfireh ji penaberên sûrî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî