Serokê Hevbendiya Nştimanî Sûrî Hadî Elbehra îro di civîna xwe bi wezîrê derve yê Holendî re Bêrt Konderz li bajarê Istanbolê tekez kir ku ” Bidawîkirina Tirorê ne bidawîkirina sedema sereke be li deverê nabe, û ew jî rejîma Esed e”. Behra bal kişand ser ” Xurtkirina karînên Artêşa Azad û piştgiriya wê bi çekên coreyî di şerê dijî rejîma Esed û rêxistina “Daiş yên Tirorist”. Di heman demê de gotina ” Artêşa Azad yekem kes şer dijî “Daiş” li ser erdê kiriye ” anî ziman.
Behra bi wezîr re li ser pilana çareseriya siyasî ku Hevbendiyê di dema guftugoyên Cinêv pêşinyar kiribû, ku ji 24 xalan pêk tê axivî. Ji hêla xwe ve wezîrê derve piştgiriya Holanda ji şoreşa Sûrî re û dilsoziya wan ya giran bi pirsgirêka Sûrî re tekez kir. Herweha Konderz tekez kir ku” şoreşa Sûrî ji meydanên tije xwepêşanderên Sûrî destpê kir, doza azadiyê kirin, û rastiya rewşê li Sûryayê ne şerê di navbera “Daiş” û Esed de ye”.
Civîna ku cîgirê Serokê Hevbendiyê tê de amade bû guftugo li ser pilana şanderê netewî Dî Mistora, û pêwistiya pêşxistina ber bi çareseriya siyasî ve hate kirin. Nerîn li ser ku gelek pirs li ser vê pilanê hene yek bûn. Di dawiya hevdîtinê de wezîrê derve soz da ku hikûmeta xwe bi pêwistiya zêdekirina alîkariyên mirovahî haydar bike, û berdewamiya xwe li ser piştgiriya pirojeyên xizmetê ji xelkê Sûrî re pêşkêş dike tekez kir.
Jêder: Hevbendî