Li taxa Bexityarî li Hewlêrê Komeleya Navdewletî Ya Pirtûka Pîroz alîkarî li penaberên kurdên sûrî belav kirin.
Sebah Herîrî cîgirê birêvebirê komeleyê ji malpera me re got: komeleya Pirtûka Pîroze komeleyeka di warê çandeyê de kar dike, û piştî derbasbûna rêxistina Daiş di deverên herêma kurdistanê, me dest bi belavkirina alîkariyan li penaberên ku ji ber wê rêxistinê reviyane kir, Herîrî berdewam kir û got: me ji Zaxo dest pêkir ta em gihan Dihok û Hewlêr û Silêmaniyê, û Me zêdey 10.000 pêdiviyên xewê belav kirine, herweha zêdey 3000 sebetên xwarinê jî, Ji alîkî din me tîmên bijîjkî ji Misrê anîn û alîkariya kesên nexweş kir, Em her înê carekê alîkariyan belav dikin.
Herîrî got : çi kesên ku li Cîhanê bawermendiyê bi Pirtûka Pîroz tînin arîkariyê didin komeleyê.
Jêder: Hevbendî – Hewlêr – Hîwa can