Îro li bajarê Xazî Entab yê Tirkî karê civîna yekem ya Hevbendiya Rojnamevanên Sûrî bidawî bû. Ya ko du rojên buhûrî dirêj kir, bi beşdarbûna kesayetiyên Ereb û Navdewletî yên taybetmend di warê rojnamevanî û azadiya ragihandinê û belgehkirinê de. Civîn roja Şemiyê bi destê Riyad Mi’esis serokê Hevbendiya Rojnamevanên Sûrî û nûnerê Yekîtiya Ewropa li Xazî Entabê birêz “Cirêmî Nagoda” hate vekirin û bi amadebûna Birêvebirê cîbicîkirinê li Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka yê Qenata Frensa ya Navndewletî birêz”Davîd îvê”, û birêvebira Dezgeha Erîc”Rena Sebax” û bêtir ji 80 Endamên Hevbendiyê amade bûn.
Hevdîtinên civînê li ser pêwîstiya karê ragihandinê li Sûriyê, û giringiya gotina azad di beraberiya alava kuştinê ya Rêjîma Esed de, ji gava ko Rêjîmê biryara beraberiya miletê ku doza azadî û rûmetê dike da.
Herweha hevdîtin li ser zehmetiyên ko têne pêşiya Rojnamevanên Sûrî û tekoşîna wan ji bo bobelata li Sûriyê çê bûye biguhêzin, nemaze di dema ku Rojnamevanên Biyanî nikarin derbasî Welat bibin.
Û di bin sîbera piştguhkirina Navdewletî ji tawankarî û zêdegaviyên ko di dermafê Rojnamevanan de dibin.
Birêz “Cîrmî Nagoda” û birêz “Davîd Îvê” kar û xebata Hevbendiyê ya ku bizavê dike”tevlî nûbûna damezirandina wê” da bigihê Rojnamevaniya azad ya li rastiyê digere bilind nirxand.
Herweha kar û xebata Desteya Birêvebir ya nuha û ya berê û rêbaza hundirîn û alavên karê Hevbendiyê hatin gengeşekirin, herweha li ser alavên ragihandinê yên ko piştî Şoreşê çê bûn , û çi serkeftin û zehmetkêşiyên ko têne beraber wan gotûbêj hatin kirin.
Jêder: Hevbendî+Hevbendiya Rojnamevanan