Balefirên cengî ê rejîma Esed îroj çarşembê êrîş birin ser Dûma û Seqba li Xûta Şamê, û kuştarek ku di encamê de 100 şehîd çûn pêk anî.
Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit ev zincîra berdewam ji kuştarên ku rejîma Esed li Bakur û Başûrê welat pêk tîne şermezar kir. El – Mislit bal kişand ku ev dijwarkirina twankarî ku Esed pêk tîne, nameyek diyar e bo hêzên navdewletî û her kesên ku piştgiriya vî tiroristî dike, ku ew qet nabe hevparê aştiyê, û ew hêjaye rekehekê tê de mîna tawankarekî cengê dadgeh bibe.
Firokên Esed vê sibehê hejmarek ji êrîşan bi ser Seqba, Hemûriya, Kefer Betna, Sûka Gelerî, û Sûka şînkayê li Dûma de bir, di encamê de 27 kes li Dûma şehîd bûn, û 10 li Seqba ta niha, herweha bêtir ji 100 birîndarî jî heye.
Ev kuştar piştî kuştarek mîna wê duh li sûka şînkayê li bajarê Idlibê ku bi dehan sivîl kuştî û birîndar ketin çêbû, û firokên wî îroj di çinîna giyanan de û wêrankirina sûkan û jêrxaneyan li Bakurê Sûrî berdewam e, firokên Esed hejmarek ji êrîşên azmanî bi sarûxên valahî bi ser Me`eret Mesrîn, Biniş, Derdorên Teftenaz û Cercenaz, û gundên Cebel Elzawiyê li Gundewarê Idlibê de birin, herweha bi dehan bermîlên teqîner bi ser El – Ne`îme û El – Yadûde, û devera Xizr li parêzgeha Der`a.
El – Mislit got:” Rewşa tawankarî a riswakirî û berdewam ku Esed li ser Civaka Navdewletî rêbaz dike, berpirsiyariya parastina sivîlan di riya hemû awayan û di serî de devera Aram ferz dike”.
Jêder: Hevbendî